Blinken û Lavrov wê biaxivin

Ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukrayna ve, cara yekem wê Wezîrên Karê Derve yê Amerîka û Rûsya bi axivin. Wezîrê Amerîka Blinken ragihand ku wê di nava rojên pêş de bi hempişeyê xwe yê Rûsî re bi axive. Blinken got, bê hebûna rêveberên hikumeta Kîevê, ew ê derbarê Ukrayna de ti bazar li gel Moskowê nekin.

Amerîka û Rûsya dixwazin, dilên di destê wan de bi hev bidin guhertin.

Bo vê yekê jî pêwistî bi hevdîtina Wezîrên Karê Derve yê van welatan tê dîtin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku ew ê di rojên pêş de bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bi telefonê biaxivin.

Di civîna çapemeniyê de, Blinken got,

Di nava roj yan hefteyên pêş de ezê bi Lavrov re bi axivim.

Armanca sereke ya axaftina wezîran, pevguhertina girtiyan e.

Blinken anî ziman ku ji bo vegerandina basketbola jin a Amerîkî Brittney Griner û leşkerê berê yê Amerîkî Paul Whelan ewê hewildanê xwe bike.

Kesên navbûrê ji aliyê Rûsya ve bi hinceta sixuriyê hatibûn girtin.

Amerîka dixwaze di berdêla van kesan de, simsarê çekan yê Rûsî Viktor Bout yê li welat hatî girtin û cezayê 25 sal lê hatî birin pev biguhere.

Her wiha di rojeva wezîran de hinardekirina genimê Ukrayna bo welatên din yên cîhanê jî heye.

Axaftina navbera wezîran piştî şerê Ukrayna û heta niha wê bibe axaftina yekem.

Wezîrê Amerîka teqezî li ser wê yekê kir ku wê di mijara Ukrayna de ti bazar bi Rûsyayê re neyê kirin û got:

Bê hebûna aliyên Ukrayna wê niqaşa bazara ser welat neyê kirin.

Back to top button