Rewşa awerte ya li Srî Lanka mehek din hat dirêjkirin

Li welatê başûrê Asya Srî Lanka alozî didome. Li welat 2 kesên ku pêşengtî ji xwepêşandanên li welat re dikir hatin girtin. Meclisa li welat ji bo pêkanîna aramiya li welat rewşa awerte mehek din dirêj kir.

Serokê niha, Ranil Wickremesinghe, di 17 Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Li gorî vê, destûr ji leşkeran re hat dayîn ku mirovan binçav bike, kombûnên giştî sînordar bike û li milkên taybet lêgerînê bike.

Dirêjkirina Rewşa Awarte wê mehek şûnde dîsa ji aliyê meclîsê ve were dengdan.

Ji aliyê din ve, polîsan doh gotin,

Çalakvan Kusal Sandaruwan û Weranga Pushpika bi tawana kombûna neqanûnî hatin binçavkirin.

Roja Sêşemê, rêberê xwendekar Dhaniz Ali dema ku dixwest biçe bajarê Dubai yê îmaratê hate binçavkirin.

Polîs her weha wêneyên 14 kesên ku gumana şewitandina mala Wickremesinghe roja ku ofîsên Serokatiyê hatin girtin, belav kirin.

Ji ber krîza aborî ya herî giran ku dehê salane ne hatî dîtin, xwepşandanan meha Nîsanê despê kiribû.

Hêrasa gel karîbû dawî li deshilata malbata Rajapaksa bîne.

Tevî îstifakirinê jî hîna rewşa aloz ya li welat didome.

Back to top button