Hêzên Rizgariya Efrînê: 24-26 Tîrmehê li Şêrawa, Bab û Ezazê yên dagirkirî çalakî hatin lidarxistin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyên mezin bersiva êriş û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin. HRE’yê ragihand ku hêzên wan di navbera 24 û 26’ê Tîrmehê de li herêmên Şêrawa, Bab û Ezazê li hember dagirkeran çalakiyên bibandor li dar xistin. Hat diyar kirin di encama van çalakiyan de 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û baregehên wan jî hatin rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê -HRE’ê çalakiyên xwe ên dijî dagirkeran li herêmên dagirkirî didomînin.

HRE’ê derbarê çalakiyên xwe yên di navbera 24 -26 tîrmehê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HRE’ê wiha hate gotin:

“Ji ber zêdebûna êrişên dagirkeran li herêmên me û hedefgiritna sivîlan, hêzên me di navbera rojên 24-26’ê Tîrmehê de, di çarçoveya parastina rewa de, li herêmên Şêrawa, Bab û Ezazê li hember dagirkeran çalakiyên bibandor li dar xistin.

Di 24’ê Tîrmehê de; li gundê Cilbirê yê navçeya Şerawa, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.

Di wê çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek leşker birîndar bûn.

Her wiha erebeyên bi cureya Kîrpî, Akrep û tank hatin derbkirin.

Di çalakiyên 24 -26 Tîrmehê de 11 leşker û 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Di 25’ê Tîrmehê de; li herêma Babê li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Di encama her du çalakiyan de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo baregehên xwe yên li herêmên Efrîn û Ezazê sewqiyata leşkerî dike.

Ev yek ji aliyê hêzên me ve hat şopandin û di 26’ê Tîrmehê de li gundê Kilcibrîn ê bajarê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bibandor hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Di vê çalakiyê de her wiha tankek, obusek û gelek çeperên dagirkeran hatin rûxandin, erebeyeke ji cureya Reo jî hat derbkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand di encama çalakiyên 3 rojan de bi giştî 11 leşker û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 10 leşker û çete jî birîndar bûn.

https://youtu.be/rd5LDtjLj4c

Back to top button