NBC: Fermandareke Kurd ku Amerîkî rizgar kirin, bi êrişeke Tirkiyê hat kuştin

Televezyona Amerîkî ya navdar NBC news behsa bûyera şehadeta Fermandar Jiyan Tolhildan kir û got: Fermandareke Kurd ku Amerîkî rizgar kirin, bi êrişeke ezmanî ya Tirkiyê hat kuştin.

Televezyona Amerîkî ya navdar NBC qala wêrektiya Fermandar Jiyan Tolhildan kir û bi van gotinan rola wê ya şerê li dijî DAIŞ’ê anî ziman.

“Selwa Yûsiv di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de, bi lehengtiya xwe ya şerê li dijî DAIŞ’ê dihat nasîn.

Fermandara ku bi navê Jiyan Tolildan tên naskirin, di 10 salên şer de, jin di nava artêşê de bi rêxstin kir û di plana leşkerî de gelekî zîrek bû.”

Televezyona Amerîkî NBC’ê bal kişand ser êrişa Dewleta Tirk a 22’ê Tîrmehê jî û diyar kir ku “ev êriş bû sedema kuştina Fermandara Kurd Selwa Yûsiv û 2 şervanên din ên QSD’ê”

Back to top button