“Divê qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatrê Sûriyê bê giritn”

Îro li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê û Dêra Zorê çalakî hatin kirin û êriş hatin şermezar kirin û banga girtina qada ezmanî ya herêmê hat kirin.

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê li ser gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da..

Meclisê di daxuyaniya xwe diyar kir tevî ku dewleta Tirk di 2019 bi hêzên gerantore peymana agirbestê îmze kir, lê ji wê demê ve û heta niha êrişên xwe zêdetir kiriye.

Di dawiyê de, Meclisê bang li welatên cîhanê kir ku qada ezmanî ya herêmê bigirin û êrişên li ser herêmê rawestînin.

“Divê Civaka Navnetewî sînorekî ji êriş û dagirkeriya dewleta Tirk re dayne”

Li Dêrazorê jî Meclîsa Herêma Rojava, Komîteya Ciwan û Werzîşê bi heman armancê daxiyanî dan,

Di daxuyanyê de, hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide gelê herêmê koçber bike, herêmê dagir bike û demografiyê wê biguherî ne.

Di dawiyê de, bang li civaka navneteweyî, NY û Rêxistinên mafên mirovan hate kirin û qada ezmanî ya herêmê bigirin û dewleta Tirk li ser sûcên dike darzînin e,

Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.

Back to top button