Îro welatiyên Kobanê serdana konê sersaxiyê yê şervanên QSD’ê Serdar Hirco û Mihemed Hemî kirin sersaxî ji malbatên wan re xwestin. Her wiha li navçeyên Til Birak û Çilaxa jî şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bi bîranîn.
Şervanên QSD’ê Serdar Herco û Mihemed Hemî duh li gorsitana Şehîd Dîcle hatin oxirkirin.
Îro jî bi dehan welatiyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesayetên siyasî yên herêma Firatê
serdana konê sersaxiyê yên li gundên Berxbotan û Çarqelê kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Li Til Birak û Çilaxa şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bi bîranîn
Her wiha meclisên malbatên şehîdan ên navçeya Çilaxa ya Qamişlo 24 şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li navenda çandê bi merasimekê bibîranîn.
Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Li Til Birakê jî bi merasîmekê 11 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîraîn.
Kesên beşdar diyar kirin ku ew ê li ser riya şehîdên xwe têkoşîna xwe dewam bikin.
Di dawiya merasîmê de sînevîzyoneke li ser têkoşîn û fedekariyên şehîdan hat pêşandan.