Şêniyên Dêrikê û Girkêlegê şehîd Ciwan Bozan spartin axê

Îro bi sedan ji şêniyên Dêrikê û Girkêlegê şehîd Ciwan Bozan bi merasîmeke girsekî spartin axê.

Endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî pev şêniyên navçeya Girkêlegê û Dêrikê cenazeyê şehîd ji ber Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirt û bi karwanekî ber bi mezarê ş. Xebat Dêrik ve ketin rê.

Ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrkê axivî û got: “Malbata şehîd kêliyekî j parastina nirxên şoreşgerê ranewestiya. Di şoreşgerê de şehîd dane û beşdarî pêngavên rizgarkirina gelek herêman bû.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê endama meclisê Munîfa Silêman axivî û banga xurtkirina têkoşînê û şopandina xeta şehîdan kir.

Apê şehîd, Mihemed Bozan jî diyar kir ku ew bi şehadeta Ciwan serbilind in û soza şopandina xeta şehîdan da.

Cenazeyê şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

Back to top button