Biden û xi Jinping bi rojeva Taywanê axivîn

Aloziya Taywanê yek ji rojevên sereke yên sedema nakokiyên navbera Amerîka û Çînê de ye.
Serokê Amerîka Biden û yê Çînê Xi Jinping li ser mijarê axivîn.
Xi Jinping, hevkarê xwe yê Amerîkî hişyar kir û got:
Yê bi agir bileyîze wê xwe bişewiştîne.
Biden jî got, ji bo Taywanê ti planek wan yên hatî guhertin tine ye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Çînê Şî Jinping bi telefonê 2 saet û 17 deqîqeyan axivîn.

Di dema ku ji ber plana serdana Taywanê ya Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi alozî di navbera herdu welatan de berdewam dike, aliyê Çînê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da.

Xi Jinping: Yê bi agir bileyîze wê xwe bişewitîne

Hat diyarkirin ku Serokê Pekînê Xi îsal cara pêncemîn bi Biden re axivî û derbarê Taywanê de ji Biden re got,

“Yê ku bi agir dilîze, xwe dişewitîne”.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji Biden re hat destnîşankirin ku destwerdana derve ya li Taywanê nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya Qesra Spî ya derbarê hevdîtinê da hat destnîşankirin ku Serokê Amerîkayê Biden got,

polîtîkayên wî yên li hemberî Taywanê neguheriye û ew bi tundî li dijî guherîna yekalî ya statukoya Tengava Taywanê an jî gavên têkbirina aştiyê û aramî yên li herêmê ye.

Hevdîtina navborî di çarçoveya dewamkirin û kûrkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Çînê de pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku her du serokan cara dawî 18’ê Adarê peywendiyek telefonî pêk anîbû.

Tevî mijara aloziya Taywanê, lîderan li ser mijarên dualî, herêmî û cîhanî gotûbêj kirin.

Biden û Xi ekîbên xwe erkdar kirine ku mijarên têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û ewlehiya tenduristiyê bişopînin.

Artêşa Taywanê lez dane tetbîqatên xwe

Di demekî ku aloziya Taywanê yek ji rojeva sereke ya van herdu welata ne, li welat jî tetbîqatên leşkerî dewam dikin.

Back to top button