LI DÊRA ZORÊ TEQÎN 2 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gundê Ebû Hemam ê bejahiya rojhilatê Dêrazorê motorsîklêtekî bombebarkirî teqiya. 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

 

Motorsîklêta bombebarkirî li kêleka dikaneke nêzî sûka pez hatibû bicihkirin.
Di êrîşê de sivîl hatibûn hedefgirtin.
Di teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan rewşa birîndarekî girane.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Piştî şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê di milê leşkerî de têk birin, şaneyên razayî bi van êrîş û teqînan ku sivîlan dikin hedef hewl didin tolê rakin.
Hêzên QSD’ê li dijî van şaneyan operasyon dane dest pêkirin û heta niha bi dehan çete girtine.
Her tim rêveberiya xweser bi bîr dixe ku hîna xeteriya çeteyên DAIŞ û fikrê wê li ser herêmê heye, û bang li civaka navdewletî dike ku van çeteyan di dadgeheke navdewletî de darizîne.

Leave a Reply

Back to top button