Fermandar Jiyan Tolhildan: Îradeya azad û şoreşa gel hişt ku Şêxmeqsûd bi serkeve

Navê wê di şerê Şêxmeqsûdê de hate bihîstin.
Di wê berxwedanê de digot, îradeya azad û şoreşa gel hişt ku Şêxmeqsûd bi serkeve.
Em behsa lehengiya Fermandar Jiyan Tolhildan dikin.
Şehîd Jiyan li Helebê bû yek ji pêşengên têkoşîna li dijî tarîtiyê.

Bi destanên lehengiyê navê ‘Berxwedan Jiyane’ li ser dîwarên taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat nivsandin.

Li her bohisteke vê xakê şervanên YPG’ê û YPJ’ê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hemû komên tûndrew kirin.

Fermandar Jiyan Tolhildan jî bû yek ji pêşengên têkoşîna li dijî tarîtiyê.

Sala 2013’an li Şêxmeqsûdê Şehîd Jiyan Tolhildan yek ji sembolên berxwedanê bû.

Îradeya azad û şoreşa gel hiştin ku Şêxmeqsûd bi serkeve, ev gotina Fermandar Jiyan e.

Di wê demê de fermandar Jiyan ji bernameya Parêzvan re li ser axivî.

Şehîd Jiyan diyar kir ku di destpêka şoreşê de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi aştî daxwaza mafên xwe kirin.

Fermandar Jiyan Tolhildan: Avakirina YPG’ê û YPJ’ê li taxên Helebê ji bo parastina herêmê bû

Jiyan Tolhildan anî ziman ku avakirina YPG’ê û YPJ’ê li taxên Helebê ji bo xwenaskirin û parastina herêmê bû.

Şehîd Jiyan teqez kir ku di serî de Hikumeta Şamê û hemû komên tundrew dixwestin ku taxên kurdan li Helebê dagirbikin.

Fermandar Jiyan Tolhildan: Li Şêxmeqsûd rihê azadiyê bi destê dayikan bi ser ket

Fermandar Jiyan Tolhildan destnîşan kir ku mirov li ser du hîman jiyan dike yek keramet û ya din jî hêviya wî ya azadiyê, ev rih li kur hebe wê bi serkeve.

Dayik û jinên Şêxmeqsûd jî pêşengiya vê yekê kirin.

Back to top button