Komkujiya Zaxo…Beriya 28’an li heman cihî konê bêrivanan hatibû bombebarankirin

Di dirêjahiya dîrokê de dewleta Tirk hertim di derheqê Kurdan de komkujî pêkanîne. Her dawî jî beriya çend rojan li Zaxoyê komkujiyek pêkanî. Beriya 28 salan li heman cihî dewleta Tirk a qirker konê bêrîvanan bombebaran kiribû.

Dîroka dewleta Tirk a qirker bi komkujiyan tije bûye.

Li bakûrê Kurdistanê di dawiya salên 1993’an de bi hinceta tunekirina PKK’ê, bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin.

Ji salên 1980’ê heta 1994’an bi qasî 2 milyon kurd koçberî bûn.

Gundê wan hatin şewitandin û bi sewalên xwe yên karîbûn xilas bikin re li ser xeta sînor a herêma Sinehtê bi cih bûn.

Ji sedî 80’ê niştecihên Qilabanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve koç kirin.

Xwediyên sewalan li cihê av û şînkahiyê bi cih bûn û koçberên bê sewal jî derbasî navenda Zaxoyê bûn.

Li vir jî dewleta Tirk bê navber herêmên ku koçber lê bi cih bûne bomberbaran kir.

Koçberên xwediyê sewalan ji ber êrişan reviyan konên xwe yên di navbera gundê Qesrok û Perexê de.

Li vir leşkerên dewleta tirk konên bêrîvanan jî bombebaran kir.

Di encama vê bomberbaranê de jina bi navê Feyroz Urena jiyana xwe ji dest dide û gelek jin jî birîndar bûn.

Di wê bombebaranê de gelek Sewal hatin kuştin û zevî hat şewitandin.

Di 17’ê Nîsana 2022’an de dewleta Tirk êriş li ser ser herêmên Metîna, Zap û Avaşîn da destpêkirin.

Gundê Başûr û yên Bakûrê Kurdistanê ku li nêzî sînorin bi temamî hatin valakirin.

Di van êrişan de çekên kîmyewî tên bikaranîn.

Di encama şerê ku 7 mehin berdewam dike de 28 kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 welatî jî birîndar bûn.

Herî dawî jî di 20’ê Tîrmeha 2022 ‘an de jî li Zaxoyê li cihê ku konê bêrîvanan hatibû bombebaran kirin, dewleta Tirk komkujiyek din pêkanî.

Di encama vê komkujiyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Back to top button