HRE: LI NAVÇEYA ŞÊRAWA 4 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku, hêzên wan li navçeya Şêrawa ya Efrînê 4 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de wiha got;
Hêzên me çalakiyên xwe bê navber li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîn in.
5’ê Tîrmehê Hêzên Rizgariya Efrînê, bi çekên sivik û navîn êrîşî çeteyên Ehrar El Şam li ser riya di navbera gundê Basûtê û Xezawî yên girêdayî navçeya Şêrawa kirin.
Di encama êrîşê de hejmareke ji çeteyan hatin kuştin.
Hemwextî wê, hejmarek ji çeteyên koma Ehrar El Şam xwestin destwerdan bikin lê hêzên me bi çalakiyeke sabotajê ew kirin armanc.
Di encama her du çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button