Şervana YJŞ’ê Edesa Nûjiyan Gabar li dijî bêdengiyê ala serhildanê hilda

Wan bi ruhê berxwedana dîrokî, di dilê xwe de gelek çîrok nivîsandin.
Hatin kuştin, revandin û çilmisandin. Lê ji bîr, bawerî û vîna xwe daneketin.
Wan li dijî 74 fermanan, ala serhildanê her li ezmana li ba dan.
Tola bi hezaran jinên çarenûsa wan ne diyar û hatin kuştin radikin.
Ew şervanên Yekîneyên Jin ên Şengalê YJŞ’ê ne.
Çîroka Edesa yek ji çîrokên jinên Êzidî ya serî rakirî ye.

Qirkirin, komkujî, ferman, sirgûnkirin.

Ji bo bîr, bawerî û bên tênkirin, polîtîkayên çewisandinê hatin meşandin.

Di her sedsalekê de carna yek car na ji yekê zêdetir ferman di ser wan de hatin.

Di Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi şirîkatiya tevahî hêzên serdest bi destê DAIŞ’ê li ser Civaka Êzidî li Şengalê pêk hat.

Kirinên mîna serdema navîn lidiji jinan hatin kirin.

Destdirêjî, revandin, kuştin û li bazarên mirovatî jê bê parmayî hatin firotin.

Lê Êzîdiyan dest ji têkoşîn û baweriya xwe bernedan.

Her çîroka îroyîn digihîjê çîrokên ku di nav rûpelên bi êş ên dîrokê de bi axê re bûne yek e.

Yek ji wan çîrokan jî çîroka Edesa Nûjiyan Gabar e.

Edesa di sala 2002’an de li Şengalê hatiye dinê.

Ji eşîra Cuwanebî ya ji Bakurê Kurdistanê hatine Şengalê ye.

Zarokatiya wê di nava bêdengî û hasreta dayîkê de derbas bûye.

Hîn zarok dayîk û bavê wê hev berdan e.

Serpêhatiya wê wekî ya hemû zarokên Êzidî ye

Edesa dema behsa zarokatiya xwe dike, hi hêrs û hestyar dibe.

Heta sala 2014’an wê qet navê DAIŞ’ê nebihisti bû.

Berbanga sibê bi gotina DAIŞ ketiye Şengalê ji xew şiyar dibe.

Edesa Nûjiyan Gabar: Tu pêşmergeyek bi alikariya me ve nehat, hemûyan piştî xwe da me

Edesa dibêje:

Bavê min pêşmerge bû, wê rojê tu pêşmergeyek alîkariya me nekir û ji wan tu kes nemabû.

Piştî min reva pêşmergayan dît, bendawarî nedikir ku alîkariya me bikin.

Di kamyona ku em tê de bûn de dengê lorîkên jinan û gîrîna zarokan bilind dibû, vê yekê nîşan dida ku kesên reviyane venagerin û alîkariya me nakin.”

Back to top button