Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di encamê de 4 kes şehîd bûn, şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî pêkhateyên herêmê bi rêya balafirên bê mirov û topbaranan dewam dike.
Meclisê got: “Ji dema dewleta Tirk destwerdana leşkerî li Sûriyê kiriye, welatî û jinan dike hedef.
Duh jî erebeyek ku tê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn, li başûrê Eyn Îsayê bombebaran kir, di encamê de şehîd bûn.”
Meclisê da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengên têkoşîna li dijî terorê ne, ji lewre dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û got:
“Ev sûcên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne berpirsiyariya civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û di serî de DYA’yê ye.”
Meclisê di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe li hember êrişên dewleta Tirk bi cih bîne.