Esmehan Ehmed: Cihwarên dîrokî yên mîna kelha nebî horî bi destê dewleta Tirk tên wêrankirin

Şûnwar û cihên dîrokî ên Efrîna dagirkirî jî ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ne-filitîn. Li Efrînê cihwarên dîrokî yên mîna Kelha Nebî Horî bi destê dewleta Tirk ve tên wêrankirin. Rêvebera Saziya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed got: “Kela Nebî Horî xwedî dîrokek kevnar û dirêj e û dewleta Tirk bi talankirina cihên dîrokî dixwaze dîroka kurdan winda bike”.

Herêma Efrînê yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Efrîn bi dewlemendiya xweza, çiya û şûnwarên xwe yên kevnar tê nasîn.

Li her gundek ango navçeyek Efrînê cihên dîrokî hene û xwediyên berhemên gelek kevnar in.

Yek ji wan cihan Nebî Horî ye û di serdemên kevnar de weke bajar dihat nasîn.

Piştî dewleta Tirk herêma Efrînê dagirkir dest avêt ser şûnwarên Nebî Horî û bi temamî ew wêran kir û da guhertin.

Rêvebera Karkeriya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed tekez kir ku herêma Efrîn bi kevnariya dîroka xwe di nav cîhanê de tê danasîn.

Esmehan Ehmed bal kişand ser dîroka bajar Nebî Horî ku ji serdema Bîzansiyan tê û wiha pê da çû:

Esmehan Ehmed: Nasnameya Efrînê tê guhertin

Esmehan Ehmed diyar kir ku piştî dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin tevahî cihên dîrokî yên herêmê wêran kirin û nasnameya Efrînê dîrokî dan guhertin.

Back to top button