Ahîn Elî:kampanya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di qonaxa duyemîn de dewam dike

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo xebatên wan yên Qonaxa duyemîn ya kampanyayê dewam dikin û got, ” “Em lîsteyeke binpêkirina qanûnan amade dikin ku rejîma Tirk li Îmraliyê pêk tîne, da ku radestî Neteweyên Yekbûyî û CPT û aliyên têkildar bikin.”

23 salin Rêber Apo dibin tecrîdeke giran de ye.

Ne malbat ne jî parêzer dikarin hevdîtinê pêk bînin.

Hemû bang û serlêdanên tên kirin jî bê bersiv tên hêlan.

Li ser vê yekê Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ahîn Elî anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst li girtîgeha Îmraliyê qanûnên navneteweyî binpê dike.

Ahîn diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û polîtîkayên ku îro li dijî kurdan tên meşandin zincîreke bi hev ve girêdayî .

Her wiha Ahîn Elî da zanîn ku îrade û berxwedana rêber Ocalan a li hemberî van polîtîka û binpêkirinan, hêrsa welatên komploger derxistiye holê.

Ahîn Elî: Em lîsteyeke binpêkirinan amade dikin da ku radestî cpt, NY û saziyên têkildar bikin

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê têkildarî armancên dewletên komploger ji ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan axivî û got:

Ahîn bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî binpêkirinên li ser rêber Ocalan ên li girtîgeha Îmraliyê pêk tên, erka xwe ya mirovî û yasayî bi cih bînin.

Ahîn Elî bal kişand ser çalakiyên ku dê di çarçoveya kampanya ya “Dem Dema Azadiyê ye” de di dema pêş de bên lidarxistin .

 

Back to top button