Çeteyan 3 welatî ji navenda Efrînê û navçeya Şera revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyan her dawî 3 welatî ji Efrîn û navçeyên wê revandin. Li gorî ku hatiye belgekirin çeteyan di 6 mehên destpêkê yên vê salê de, 334 welatî ji Efrînê revandine. Her iwha çeteyan li navenda Efrînê jî 1000 darên zeytûnê birîne.

Li Efrîna dagirkirî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûc û binpêkirinên xwe dijî welatiyên li Efrînê mane û heta dijî malbatên li Efrînê hatine bicihkirin dewam dikin.

Çeteyên dewletaTirk hema bêje rojane welatiyan ji Efrînê direvînin da ku di berdêla berdana wan de pereyan werbigirin.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyan herî dawî 3 welatî li Efrînê revandin.

Malperê diyar kir çeteyan kesên bi navê Ebdilhadî Omer ku ji Idlibê ye û li Efrînê hatiye bicihkirin û welatiyê bi navê Mihemed Emîn yê ji gundê Qurtuqlaqê yê navçeya Şera revandin.

Hate ragihandin her du di warê pevguhertina pereyan de kar dikin.

Her wiha çeteyan kesê bi navê Basil Mihemed ku ji pêkhateya Ereb e ji navenda bajarê Efrînê revandin.

Kesên hatine revandin heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.

Dagirkeran di 6 mehan de 334 welatî li Efrînê revandin

Tora çalakvanên Efrînê sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk di nava hefteya borî de belge kir.

Li gorî wê di nava hefteyekê de:

Welatiyek hate kuştin
8 welatî hatin revandin
Êşkence li 2 welatiyên temen mezin hate kirin
Cihekî dîrokî hate wêrankirin

Her wiha Tora çalakvanên Efrînê bîlançoya 6 mehên destpêkê yên vê salê ên sûcên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê eşkere kir.

Li gorî wê di nava 6 mehên desptêka salê de:

Zêdetirî 334 welatî di nav 23 jin, 75 kesên temenmezin û 5 zarok hatin revandin.

Her wiha êşkence li 24 welatiyan di nav de jinek, 8 kesên temenmezin û 2 zarokan hatiye kirin.

Çeteyan 1000 dar li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê birîn

Ne tenê welatiyên Efrînê, xwezaya wê jî ji hovîtiya dewlea Tirk û çeteyên wê bê par namîne.

Dagirkeran li taxa Mehmûdiyê a Efrînê 1000 darên zeytûnê birîn.

Çete darên dibirin dikin êzing û pê bazarganiyê bikin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrîrnê, dagirkeran 2000 ton ji êzingên ku ji darên Efrînê kom kirine, ji bo firotinê ber bi bazarên rojhilatê Helebê ve rêkirine.

Back to top button