KCK: HEVAL HELMET (DIYAR XERÎB) PLANKIRÎ HAT ŞEHÎD KIRIN, WÊ HESAB WERE PIRSÎN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û 2 gerîlayên pêre 5’ê Tîrmehê li Qendîlê di encama êrîşeke balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bûne.

KCK’ê diyar kir ku gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja ji dest daye û divê gelê Başûr û tevahiya Kurdistanê helwesteke xurt nîşanî nokerên hêzên dagirker bide.

KCK’ê dest nîşan kir ku ji bo bîranîna şehîdan têkoşînê geş bikin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin. Ajanên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû ya jî dereng wê bên cezakirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehadeta endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ragihand.
KCK’ê diyar kir ku Diyar Xerîb û du gerîlayên bi navê Devran û Şahîn li Qendîlê 5’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hemû şehîd bi minet û rêzdarî bi bîr anîn û weha got:
Ji bo bîranîna şehîdan wê têkoşîn bê geşkirin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin.
Ajanên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû yan jî dereng wê bên cezakirin.
Şehadeta hevrê Helmet bi rengekî tesadûfî pêk nehatiye.
Dewleta Tirk tevî noker û ajanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê êrîşeke plankirî pêk aniye.
Bi vê êrîşê xwestin hem derbê li Tevgera Azadiyê bidin hem jî têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê lawaz bikin.
Hevrê Helmet 25 salan li nava refên têkoşîna me ya azadiyê li her qadê bi berpirsyarî tevgeriya.
Hevrêyekî ji Başûrê Kurdistanê bû, lewma hem têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê, hem êşa gel ku malbata wî jî gelekî kişand, hem jî zerara ku nebûna yekîtiya neteweyî dide gelê Kurd baş fêhm kiribû û têgihiştibû.
Ji ber vê yekê ji bo yekîtiya neteweyî gelekî hewl dida, li dijî ferasetên ku xwe ji yekîtiyê vedigirtin gelekî bi hêrs bû.
Hevrê Helmet piştevanî û bêdengiya hêzên siyasî yên Başûr li ser êrîşa dagirkeriya Tirk li Xakurk û Başûrê Kurdistanê weke xefleteke dîrokî dinirxand.
Zanîbû ku dema têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a di xeta Rêber Apo de lawaz bibe an jî nebe wê destketiyên Başûrê Kurdistanê hemû bikevin nava metirsiyê.
Hewl da ku nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civakî yên sivîl û hêzên siyasî derxîne holê.
Komplo û êrîşa li dijî hevrê Helmet di demeke wiha de pêk hat û ev yek nîşan dide, êrîş bi rêya ajanên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT û nokerên wan ve hatiye kirin.
Hevrê Helmet weke endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû hedef.
Lewma ev êrîş di heman demê de êrîşek li dijî xeta siyasî û îdeolojîk a Rêber Apo ye.
Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê tevahiya gelê Kurdistanê ewladekî xwe yê gelekî hêja ji dest daye.
Gelê Başûrê Kurdistanê wê windakirina şoreşgerekî ewçend mezin demeke dirêj ji bîr neke.
Daxwaza herî mezin a hevrê Helmet ew bû ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê ji aliyê gel ve li her deverê bê geşkirin.
Ji ber vê yekê divê gelê me yê li Başûr û hemû beşên din ên Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk rabe ser piyan û welatparêziya Kurd a bi berdêlên mezin hatiye afirandin nîşanî tevahiya dinyayê bide.
Divê gelê başûr xwedî li sembola ruhê Raperînê û yekîtiya neteweyî ewladê xwe yê hêja hevrê Helmet derkeve û bersiva pêwîst bide yên di nava xefletê de ne û mêtingerên qirker ên dagirker.

Leave a Reply

Back to top button