Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Şehba û Zirganê topbaran kirin.Di encama topbarana li ser Zirganê de zirar bi 3 malan bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend saetan gundên Medyûniyê, Şialê, Radarê, Zîwan û Til Enib yên girêdayî kantona Şehbayê topbarankirin.

Heta niha zêdetir 20 guleyê obîsan li van gundan ketine.

Her wiha ber êvarî jî dewleta Tirk a dagirker devera di navbera Til Qirah û Um El-Hoş yên Şehbayê jî topbarankirin.

Lê derbarê ziyanên çêbûyîn de ti agahî nehatin bidestxistin..

Artêşa Tirk gundê Mişêrfê yê Zirganî topbaran kirin

Di saetên nîvro jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişêrfê yê navçeya Zirganê topbarankirin.

Di encamê de zirar bi 3 malan bû.

Back to top button