Ji ber lehiya li Îranê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li herêmên nêzî paytext Tehranê ya Îranê lehî rabû.
Di nava 2 rojan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da.
19 kes jî winda bûn.

Li gorî heyva sor a Îranê lehî li Li Gundê Îmamzade Davût a rojava û herêmên Fîrûzkûh, Rûdehen û Demavendê rabûye.

Û ji ber barîna zêde ya baranê û lehiyan 24 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku tîmên rizgarker hîna li 19 kesên winda digerin.

Wezîrê Karên Hundir Ahmed Wahîdî ji televîzyona dewletê re axivî.

Wahîdî diyar kir ku bi giştî 18 eyalet ji lehiyan bandor bûne.

Hatibû zanîn ku dawiya hefteyê li eyaleta Farsê ya li başûrê welêt, di encama lehiyan de 22 kesan jiyana xwe ji dest da bû.

Di 20’ê Çileyê de li heman herêmê 8 kes bûbûn qurbanên lehiyê.

Sala 2019’ê ji ber barîna zêde ya baranê li başûrê welat hêrî kêm 76 kesan jiyana xwe ji dest da bû .

Back to top button