Koçberên Efrînê: Roj roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Bangên ji bo azadiya Rêber Apo zêde dibin.
Koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê dijîn,diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîn mezintir bibe.

Koçbera bi navê Fatime Beko da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan li ser mirovahiyê bi giştî ye û got:

“Em jin, em ê her tim li qadan bin da ku rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin, ji ber ku azadiya rêber Apo azadiya jinan e”.

Fatme Beko bang li gel kir ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkeve.

Buseyne Kelo jî tekez kir divê demildest parêzer û malbatê hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin.

Ji aliyê xwe ve Sîham Elo daxuyand ku armanca tecrîda li ser rêber Ocalan ew e ku fikrên wî sînordar bikin

Sîham bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin û rê bidin parêzerên wî ku hevdîtinê pê re bikin.

Back to top button