Nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Ewropayê Talib Îbrahîm diyarkir ku bertekên Ewropayê yên têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermok in û ev helwest şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê qels dike.
Dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bombebaran dike, lê koalîsyon, Amerîka û welatên ewropa bi daxuyaniyan dixwazin pêşiya êrişên tirkî bigrin.
Têkildarî mijarê nûnerê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Ewropa Talib Îbrahîm got:
“Helwesta Koalîsyona Navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên Ewropayê di çarçoveya ragihandinê de sînordar man.
Ev alî bi daxuyaniyên şermok dixwazin xwe ji berpirsiyartiyê xilas bikin.
Lê divê ev alî baş bizanibin ku êrişên dewleta Tirk îstîqrar û ewlehiya herêmê dike armanc.
Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lewaz dike.”