Annelena Baerbock: Êrişa li dijî Bakurê Sûrî wê aramiya li herêmê têk bibe

Wezîra Karê Derve a Almanyayê Annelena Baerbock (Anelêna Bêrbûk) piştî serdana Yûnanistanê, berê xwe da Tirkiyê.
Wezîra Alman li vir anî ziman ku êrişa li dijî Bakurê Sûrî wê zerarê bide aramiyê û got;
Tenê aliyê ku ji vê êrişê sûdê werbigre, DAIŞ’e.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar jî bi wezîra Almanya re civiya û îşaret bi pirsgirêka kurd û polîtîkayên dijminane yên rejîma AKP’ê kir.

Di bin navê gotûbêjkirina aloziyên li herêmê, Wezîrê Karê Derve a Almanyayê Annelena Baerbock piştî Yewnanîstanê serdana Tirkiyê kir.

Piştî hevdîtina li Enqerê, wezîra Alman li gel wezîrê karê derve ê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu hevîdtin pêk anî.

Dema civîna çapemeniyê de, wezîra Almanya helwesta welatê xwe a li hemberî êrişa li dijî Bakurê Sûrî wiha anî ziman:

“Weke Almanya em li dijî operasyona leşkerî ne. Êrişeke wiha wê zerareke mezin bide xelkê sivîl.

Her wiha wê aramiya li herêmê têk bibe.

Ji êrişa li dijî Bakurê Sûrî, tenê DAIŞ’ê wê sûdê werbigre.

Baerbock diyar kir ku her çi tevgera Tirkiyê ya rê li ber binpêkirina mafê mirovan veke, wê bide sedem ku Almanya ambargoya çekdan deyne ser.

Wezîra Alman bi bîr xist ku Tirkiyê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî binpê dike û di vî warî de doza karsaz Osman Kavala bi bîr xist.

Baerbock bi Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar re civiya

Di serdanên xwe yên îro de, Baerbock li gel Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar civiya.

Hevdîtin bi qasî 35 deqeyan dom kir.

Mijarên doza girtina HDP’ê, Doza Kobanê, girtiyên nexweş û siyasî yên di girtîgehê de, operasyonên li dijî başûrê Kurdistanê, operasyona tê payîn wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de Sancar got:

“Heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, wê desthilatdariya heyî di polîtîkaya hundir û derve de qadên îstîsmarkirinê bi kar bîne û polîtîkaya şer bidomîne.

Hincetên ku desthilatdarî ji bo operasyonên li derveyî sînoran nîşan dide, rast nînin.

Piştgiriya bo desthilatdariyê kêm dibe û bi van operasyonan dixwaze xwe komî ser hev bike. ”

Her wiha Annalena Baerbock û şandeya pê re di saetên serê sibehê de bi CHP’ê re jî hevdîtin kir.

Back to top button