Pênciwênî: Ji ber polîtîkayên şaş ê hikûmeta Başûr îro destkeftiyên Kurdan di xeteriyê de ye

Siyasetmedarê Kurd yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî dazanîn ku siyaseta hikûmeta başûrê Kurdistan a şaş hişt ku dewleta Tirk li başûr zêdegaviya bike.Mihemed Emîn Pêngwînî dibêje piştî Komkujiya Zaxoyê, hem Iraq hem jî PDK haya wan ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbûn.Pêncwînî bang li hemû partiyên kurdî kir ku yekîtiya xwe ya netewî avabikin da ku di gûhertina nû ya cîhanê de cih bigrin.FILM

Siyasetmedarên naskirî yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî di beşa duyemîn a ji ajansa Firatê re derbarê siyaseta hikûmeta Başûrê Kurdistanê axaftinên girîng kir.

Mihemed Emîn Pênciwênî dazanîn ku hevkariya YNK’ê ya bi Îranê re û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkî re dihelê ku li başûrê Kurdistanê desthilateke ku nexizmetê gel de ye derkeve holê.

Pênciwênî balkişand li ser helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistan ji bo parastina destkeftiyên Kurdan û got:

“Ji ber polîtîkayên partiyên kurdî herêmên dikevin xala 140’emîn kete destê Iraqê.

Heta ev hikûmet û desthilat hebe, ev herêm nakeve ser herêma Kurdistanê.

Ev pirsgirêkeke mezin e.

Destê Tirkiyeyê jî di nava vê yekê de heye û Tirkiye bi eşkerehî diyar dike ku Kerkûk û Mûsil ên wan in.”

Mihemed Emîn Pênciwênî: Piştî komkujiya Zaxo PDK û hikûmeta Iraqê armancê Tirkî fêmkirin

Pênciwênî siyaseta Başûrê Kurdistanê jî wiha nirxand:

“Em ji bo parçeyên din ên Kurdistanê nebûn mînakeke baş.

Me şerê birakujiyê kir, gel aciz kir.

Me nekarî weke Rojavayê Kurdistanê pergaleke biratiya gelan avabike, ji ber hişmendiya hizbî îro statûya başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ye.”

Pênciwênî dazanîn ku piştî Komkujiya Zaxoyê, hem Iraq hem jî PDK haya wan ji dagirkeriya Tirkiyeyê çêbûn, îro PDK ketiye wê ferqê ger Musil û Kerkûk bikeve destên Tirkan wê ti rola wan nemîne.

Mihemed Emîn Pênciwênî: Divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin

Li dijî dagirkeriya Tirkî û pêşeroja gelê Kurd pêncwînî ji bo partiyên Kurdî ev bang kir:

“Hebûna Kurdan, li cîhanê hatiye îsbatkirin û kurd ji bo azadiya xwe îro şerdikin.

Kurd, li Rojava û Sûriyeyê, DAÎŞ’a ku hemû cîhan li ber gefa wê bû, tune kir.

Êdî qada navneteweyî de herkes hesabê kurdan dike.

Ji bo vê divê Kurd, yekîtiya xwe ava bikin.

Divê xîtabeke hevpar a siyasî li derve bimeşînin, da ku di gûhertinên nû de cih bigrin.

Back to top button