Ji ber kuştina 53 dîlên şer, Mosko û Kiev hev tawanbar dikin

Li herêma Donetsk a Ukraynayê, ji ber êrişa li dijî girtîgehekê, 53 dîlên şer hatin kuştin û bêtirî 70 jî birîndar bûn.
Rûsya îdîa dike ku artêşa Ukrayna bi moşekên Amerîkî êriş pêk aniye.
Serokê Ukraynayê Zelensky jî dibêje, Rûsya bi zanebûn dîlên şer kuştine.
Rêveberiya Kiev jî bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xaça Sor kir da ku êrişê lêkolîn bikin.

Di şerê Ukraynayê de beşeke ji herêma Donetskê ket bin kontrola hêzên Rûs.

Doh li vê herêmê êrişek pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdîa kir ku artêşa Ukrayna bi moşekên Amerîkî êrişî kampa Olenîvka a dîlên şer kir.

Li cihê êrişê perçeyên moşekên Amerîkî Hîmars hatin dîtin.

Di êrişê de 53 girtî hatin kuştin, bêtirî 70 jî birîndar bûn.

Rûsyayê dîmenên cihê êrişê parve kirin û bi nîşandana serikên moşekên Hîmars îşaret bi wê yekê kir ku êriş bi çekên Amerîkayê pêk hatiye.

Zelensky: Rûsya bi zanebûn komkujî pêk anî

Serokê Ukraynayê Zelensky jî piştrast kir ku di êrişa li dijî girtîgeha Donetskê bêtirî 50 dîlên şer hatine kuştin û got;

Ev êriş, sûcê şer e û bi zanebûn ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kirin.

Dîlên şer ên Ukraynayî bi awayekî komî kuştin.

Di vê navberê de rêveberiya Kievê ji bo rastiya êrişê were zelalkirin, bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xaça Sor kir da ku dest bi lêkolînan bikin.

Li herêma Başûr êriş dijwar dibin

Li aliyê din hat ragihandin ku hêzên Ukraynayê êrişên xwe li herêma Başûr zêde kirine.

Têkildarî mijarê artêşa Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Pira li ser Çemê Dnîpro hatiye rûxandin û got;

Êdî hêzên Rûs wê nema karibin rêyên hesinî bikar bînin.

Artêşê wekî din îdîa kir ku di nava 24 saetên dawî de li herêma Xîrsonê derdora 100 leşkerên Rûs hatine kuştin.

Artêşa Ukraynayê hefteyeke bi desteka çekên ku ji Amerîka û hêzên Rojavayî girtine, hewl dide bajarê Xîrsonê ji kontrola Rûsyayê derxîne.

Back to top button