Hisam Hesam Berzencî: Boykotkirina malê Tirkî wê ziyanê bide aboriya wê

Bertekên li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxo pêk anî hê jî dewam dikin.
Pêşmergeyê Dêrîn Hemed Hacî Mela anî ziman ku armanca Tirkiyê ne PKK’ê ye, ew dixwaze Kurdistanê dagir bike.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Geşepêdana Aboriyê Hisam Berzencî jî banga boykotkirina malê Tirkî kir.

20’ê Tîrmehê dewleta Tirk li Zaxoyê komkujî pêk anî, têde 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 33 jî birîndar bûn.

Piştî vê komkujiyê û weke bertek li dijî wê, odeyên bazirganiyê yên Diyale û Bexda dest bi boykotkirina malê Tirkî kirin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Geşepêdana Aboriyê Hisam Hesam Berzencî derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî.

Berzencî balkişand ser boykotkirina malê Tirkî û da zanîn ku wê ev gav ziyanê bide aboriya dewleta Tirk.

Hisam Hesam Berzencî ji hkûmeta Başûr û Iraq xwest ku zextê li Tirkiyê bikin da ku binpêkirinên xwe rawestîne.

Hemed Hacî: Armanca Tirkiyê dagirkirina Kurdistanê ye

Pêşmergeyê Dêrîn Hemed Hacî Mela jî derbarê mijarê de ji ROJNEWS’ê re aixvî.

Hemed Hacî Mela dibêje armanca Tirkiyê ne PKK’ê ye, ew dixwaze Kurdistanê dagir bike.

Dawiyê, Pêşmergeyê Dêrîn Hemed Hacî Mela balkişand ser xiyaneta navxweyî û ev tişt anî ziman:

Back to top button