Asayîş: Di encama topbaran li ser Til Temirê 7 kes birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro jî êrişî herêmê kirin.
Dagirkeran bi awayekî dijwar û bi çekên giran êrişî gundên Til Temirê kirin.
Hêzên Ewlekariya Hindurîn derbarê êrişan de daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di êrişan de 7 kes birîndar bûne.

Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên xwe bê navber ji Şehbayê heta Til Temirê êrişî herêmê dikin.

Dagirker rojane bi çekên giran cih û warên sivîlan bombebaran dikin.

Dagirkeran îro jî careke din êrişî Til Temirê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrişên îro de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Vê sibê dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûn ku di nava wan de zarok û pîr jî hene.

Bila dewleta Tirk a dagirker bizane ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan bi tu awayî qebûl nake.”

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê jî ku xwe spartiya çavkaniyên xwe, hejmara welatiyên ku ji ber êrişên artêşa Tirk ya dagirker birîndar bûne gihiştiye 9 kesan.

Hat ragihandin ji 9 kesên ku birîndar bûne birînên 5 kesan giran e û ew rakirina Nexweşxaneya Gel ya Hesekê û 4 kesên din jî li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ya Til Temirê tên dermankirin.

Li gorî ajansê navên 8 kesên birîndar wiha ne;

  • Leyla Omer Salih (4)
  • Cûrî Omer Salih (25)
  • Ehmed Mihemed El-Mihemed (60)
  • Omer Hisên Ziyab
  • Nofa Elawî El-Elî (60)
  • Hilwe Izo Ewad (63)
  • Neîm Mihemed Wezo (30)
  • Newres Hemîd Enter (25)
Back to top button