Fermandar û Şervanên YJŞ’ê: Wê kes nekaribe êdî komkujiyan bi ser Êzidiyan de bîne

Bi nêzîkbûna salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an Fermandar û Şervanên YJŞ’ê axivîn. Fermandar û şervanan diyar kirin ku Fermana 3’yê Tebaxê ji bo tinekirina, çand û ola qedîm ya Êzidiyan bû, lê ev daxwaza wan pêknehat. Heya îradeya gelê me hebe wê kes êdî nekaribe komkujiyek li ser me pêkbîne.”

Salvegera 8’an a Fermana Şengalê re tenê çend roj man.

Fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegerê û peymanên qirkirina li ser Êzidiyan nirxandin kirin.

Şervana YJŞ’ê ya bi navê Zîlan Egîd hemû şehîdên fermanê û yên ku ji bo welat şehîd ketine bibîr anî û got:

Armanca fermanê tinekirina çand û baweriya Êzidiyan bû.

Zîlan diyar kir ku di dema fermanê de bi hezaran pêşmergeyên PDK’ê Şengal hêlan û reviyan.

Ên di nava Îxanetê de PDK ye.

Yên hatin hewar me û gel ji qirkirinê xilaskirin milîtanên Rêber Apo bûn.

Gel êdî baweriya xwe bi vê felsefê tînin..

Şervanek din ya YJŞ’ê Edesa Nûjiyan jî diyar kir ku ferman ji bo tinekirina ola qedîm bû.

Edesa da zanîn ku berxwedana me hişt ku em bibin îrade da ku bikaribin xak, çand û ola xwe biparêzin.

Back to top button