Di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyêb dewleta Tirk de li Idlibê şer derket

Li Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirova a Sûriyê ragihand ku, Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran cihên çeteyan yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hat diyar kirin herêma Tadif ê li rojhilatê Helebê û li herêma Sehil El-Xab ya li bakurê Hemayê jî di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de, şer derket.

Hat ragihandin piştî vê, çeteyên ‘Feteh El-Mubîn’ êrişî cih û navedên hêzên hikûmetê yên li çiyayê Ebû Elî yê li bakurê Laziqiyê kirin.

 Li bajarê Derayê erebeyek teqiya

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku vê sibê li taxa Kaşif a Derayê erebeyk teqiya lê der bare encamên wê de agahî parve nekir.

Back to top button