HPG’ê: Li Botan û Zapê 9 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku gerîllayên wan li Botanê bi çalakiya berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê silav kirine.
Hat ragihandin li herêma Bestayê di çalakiyên gerîlla de 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Raginandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku gerîllayên wan li Botanê ji bo silavkirina berxwendana li Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakî pêk anîne û ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Botanê

22’ê Tîrmehê, li Qada Bestayê hêzên dagirker ên derdora Gundê Omyanis bicih bibûn, ketin bin kontrola gerîlla.

Berê êvarê gerîlla bi ser çeperên wan de girtin û di nava demeke kurt de derbên giran li wan dan.

Di çalakiyê de herî kêm 7 leşker hatin kuştin.

23 Tîrmehê artêşa Tirk li herêmê dest bi tevgera leşkerî kir û 28’ê Tîrmehê bê encam bidawî bû.

  • Li herêma Zapê

29’ê Tîrmehê li Qada Çemço, hêzên dagirker xwestin ber bi çeperên şer ên devera Şehîd Adil ve pêşde werin.

Gerîllayên sekvan li wan dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî dan:

Di navbera 28 û 29’ê Tîrmehê de artêşa dagirker,

11 caran bi teqemeniyên kîmyewî, 14 caran bi balafirên şer û 4 caran jî bi helîkopteran qadên berxwedanê bombardiman kirin.

Back to top button