PYD: Îsa Hiso yek ji pêşengên Şoreşa Rojava bû

Îro, salvegera şehadeta yek ji pêşengê Şoreşa Rojava Îsa Hiso ye.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD bi daxuyaniyekê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî û got:
Em ê li ser rêça şehîdan heta pêkanîna sîstemeke demokratîk bimeşin.

Îro, salvegera şehadeta berpirsê Têkiliyên Derve yê PYD’ê û yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Îsa Hiso ye..

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD bi daxuyaniyekê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Hevrê Îsa Hiso dema di 30’ê Tîrmeha 2013’yan de ji mala xwe derdikeve û li erebeya xwe ya li pêş mala xwe siwar dibe, erebe tê teqandin û di encamê de şehîd dibe.

Ev salveger hemwextî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê me pêk tê.

Şehîd Îsa Hiso tabloyeke yekitiya neteweyî ya giştî ava kir û hê jî mohra wî di hûrgiliyên me yên rojane de hene û berxwedan bi xwe re mezin kir.

Şehîd Îsa Hiso yek ji pêşengên şoreşa Rojava bû.

Di 2004’an de nûnerê PYD’ê û berpirsên têkiliyên wê yên derve yên giştî bû.

Tevî destpotiya desthilata navendî ya Şamê û girtina wî ya gelek caran, lê dîsa jî wek nûnerê PYD’ê tev li hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyê yên di 2007’an de bû.

Têkoşîna xwe di nava gelê Kurd de heta li ser destê terorîstan şehîd bû, dewam kir.”

PYD: Ji bo pêkanîna armancên şehîd Îsa Hiso em ê têkoşîna xwe bidomînin

Meclisa Giştî ya PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soza pêkanîna rêça şehîdan, girêdana bi nirxên welatparêzî, parastina li ser bijarteya berxwedanê da û ev bang kir:

“Em bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê dikin ku li er çareseriya krîza Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an israr bikin û guhartineke bingehîn a demokratîk a giştî pêk bînin.”

Back to top button