MSD: Gelê Siwêdayê mafdar e û em piştgiriya daxwazên wan dikin

MSD`ê piştgiriya xwe bi tevgera gel a li parêzgeha Siwedayê re nîşan da û got:
“Her tevgereke protestoyî li herêmên desthilatê, rê vedike ku ev yek li herêmên din jî belav bibe û ji bo guhertina siyasetên zordestiyê yên navendî dibe alîkar.

Demek e li Başûrê Sûriyê, taybet li Swêdayê careke din alozî û tevlihevî derketiye.

Di vê der barê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da û piştgiriya xwe bi xwepêşandanên gel re nîşan da.

MSD’ê destnîşan kir ku bûyerên li Siweyda rû didin, tevgereke redker a mafdar e û got:

“Heke dubare bibe, ew bersiva rewşa kambax a piraniya Sûriyan e.

Ne tenê daxwazên aborî û jiyanî ne, ew têgihiştina rola desthilata Sûriyê di hemû pirsgirêkan de ye. ”

MSD’ê anî ziman her çalakiyeke protestoyî li herêmên desthilatê, rê vedike ku ev yek li herêmên din jî belav bibe û got:

“Ev çalakî Di guhertina siyasetan û têkbirina siyasetên zordest ên navendî de alîkarî dike.

Ji ber wê divê ev çalakî berdewam bike.”

Dawiyê daxuyaniya xwe MSD’ê piştgiriya xwe bi gelê xwe yê li Siweyda û daxwazên wan re nîşan da.

Back to top button