Kazimî têkildarî xwepêşandanên li Bexdayê hişyarî da

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî têkildarî xwepêşandan û rewşa li Iraqê peyamek weşand û banga hestiyariyê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê fermî yê Twitter ya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek da û got:

“Pêwîste aliyên siyasî ji bo Iraq û Iraqiyan rûnin û danûstandinan bikin.

Avakirina diyalogê ji rijandina dilopek xwînê bi qîmetire.”

Her wiha Kazimî bang li welatiyan kir ku bi hêzên ewlehiyê re nekevin pevçûnê û bi saziyên dewletê re bi rêzdarî tevbigerin û got:

“Divê em bi yekdengî rê li wan kesên ku lezê didin vê pevçûnê bidin sekinandin û baş bizanibin ku agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne.”

Kazimî herî dawî ev bang kir: “Divê em hiş û wîjdana xwe birêve bibin. Divê em ne ji bo berjewendiyên teng lê ji bo Iraqê têkoşîn bikin.”

Back to top button