Konferansa Jinên Êzidî bi encamnameyekê bi dawî bû

Duh li Bexdayê Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî pêk hat û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Li gorî wê;
“Divê hemû êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Êzidî yên li Şengalê demildest bi dawî bibin û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Şengalê were kirin.”

Li paytexta Iraqê Bexdayê, duh Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî pêk hat.

Konferans bi slogana ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ û bi tevlîbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din hat lidarxistin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de jinên beşdar ev gotin:

  • Em ê li dijî zayendperestî, neteweperestî, olperestî û bi taybetî jî zayendperestiyê, têkoşîneke çalak bimeşînin.
  • Em qebûl nakin ku êrîşa li ser gelê Şengalê, heta niha ji aliyê tu dewlet û saziyan ve nehatiye nirxandin û berpirsyar nehatine eşkerekirin, taybet Tirkiye ku piştgirî da DAÎŞ’ê.
  • Em dixwazin hemû dewlet û saziyên ku Qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin tevgerê.
  • Em bang li PDK’ê dikin ku bi awayên cuda vegera gelê Êzidî zehmet dike, dest ji van kirinan berde.
  • Em dixwazin êrişa li ser jinên Şengalê ji aliyê hemû saziyên navneteweyî ve wekî sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê bê pênasekirin.
  • Em bang li hemû aliyên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin rastiya xwerêveberiya gelê Şengalê.
  • Em hemû êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Êzidî yên li Şengalê şermezar dikin û dixwazin demildest bi dawî bibin.
  • Em daxwaz ji hêzên berpirsyar dikin, ku qada hewayî ya Şengalê li dewleta Tirk bigirin.
  • Divê jinên ku mexdûrên herî mezin ên êrişên 3’ê Tebaxê ne, di hemû biryarên têkildarî Şengalê de beşdar bibin.
  • Em bang li hemû pêkhateyên olî û baweriyê dikin ku piştgirî bidin gelê Êzidî û diyaloga navbera olan de pêş bixin.
  • Li hember vê hovîtiya ku li ser jinên Êzidî, bersiva herî baş, hevgirtina jinan e, em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bi hev re em hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.
Back to top button