Dewleta Tirk bi dijwarî gundên rojavayê Til Temirê topbaran kirin.
Di encama van êrişan de du kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk duh bê navber 14 gundên Til Temirê topbaran kirin .
Di encamê de keça bi navê Macîda Xidir El-Bêbî a 16 salî û birayê wê Hatim ê 24 salî birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya şehîd Sariya ya li Hesekê.
Duh bi giştî di êrişên li ser Til Temirê 9 welatî birîndar bû .
Di êrişan de ziyanên mezin jî gihiştin mal û milkên welatiyan.
Dagirkeran 2 gundên Minbicê topbaran kirin
Li hêleke din navenda ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Mibicê eşkere kir ku dagirkeran 2 gundên Minbicê topbaran kirin.
Û 14 top li van herdû gundan ketin.
Duh derengî şevê jî Hêzên dagirker derdora gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê topbaran kirin.
10 top li derdora gund ketin.