Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan beşa enstrûmentên têlî û piyano û koma stranan şahiyek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, li dar xist.
Şahî bi armanca pêşxistina behreyên hunerî yê zarokan hat lidarxistin .
Di şahiyê de bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn.
Destpêkê koma stranan sirûda Kurdî (Ey Reqîb) xwend.
Her wiha parçeyên muzîkî ji aliyê koma enstrûmentên têlî û piyano ve hatin pêşkêşkirin.
Têkildarî şahiyê, endama rêveber a peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan, Mizgîn Tahir axivî.
Mizgîn diyar kir ku koma srtanan ji 30 zarokî pêk tê û got :
Em ê komê mezintir bikin û enstrûmentên nû zêde bikin.
Şahî bi xelatkirina sê zarokan ji komê bi dawî bû.