102 Parlamenterên Fransî: Divê qada ezmanî li ber balafirên Tirkiyê were girtin

102 Parlamenterên Fransî platformek ava kir û banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tikriyê kirin.
Parlamenteran di heman demê de daxwaza naskirina statuya Rojava kirin.
Û tekez kirin divê siyasetmedar û çalakvanên Kurd ên li Fransa û Ewropayê bên parastin.

Ji ber êrişên wê yên bi balafiran dema dawî li ser herêmê zêde bûne, bangên girtina qada hewayî li ber êrişên dewleta Tirk zêde dibin.

Piştî 33 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, 102 parlementerên Fransî jî heman bangê dikin û daxwaz ku qada ezmanî ya Rojava li pêşiya balafirên dewleta Tirk were qedexekirin.

102 parlamenterên Fransî yên di komên cuda de cih digirin, platrformek ava kir û daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniya van parlamenteran de, der barê gefên dawî yên Erdogan li ser herêmê ev tê gotin:

“Erdogan plan dike êrişeke nû ya hovane li dijî Kurdên Sûriyê pêk bîne.

Divê qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li pêşiya firîna balafiran were qedexekirin.

Pêwsît e Statûya Rojava were naskirin û pirsgirêka Kurd jî were çareserkirin.

Divê siyasetmedar û çalakvanên Kurd ên li Fransa û Ewropayê bên parastin.”

Platforma parlementeran îşaret bi rewşa herêmên Rêveberiya Xweser jî kir û ew weke devera herî bi ewle ku hemû pêkhate bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn, pênase kir.

Her wiha eşkere kirin ku Erdogan ji bo pêkanîna armancên xwe dixwaze ji endamtiya xwe xwe ya di NATO’yê de sûdê werbigre.

Berî niha 33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî ji bo qedexekirina qada ezmanî pêngavek dan destpêkirin.

Ev pêngav jî li ser medya civakî bi rêya Haştaga “No Fly Zone 4 Rojava” pêk hat.

Wê demê name ji NY, koalîsyon û hêzên Rûs re hatin şandin û daxwaza qedexekriina qada hewayî li ber êrişên Tirkiyê hat kirin.

Tevî van, rojane ji gelê herêmê bi heman armancê daxwaz û bang tên kirin.

Lê belê dewleta Tirk êrişên xwe yên ezmanî didomîne û her diçe zêdetir dike.

22 Tîrmehê bi êrişekê Fermandara QSD’ê Jiyan Tolhildan û hevreyên wê Barîn Botan û Roj Xabûr li Qamişlo şehîd bûn.

Piştî wê jî 4 endamên Asayîşê 28’ê Tîrmehê bi êrişeke ezmanî hatin şehîdxistin.

Ji sala 2019’an de ve dewleta Tirk nêzî 70 êrişên ezmanî li dijî herêmê pêk anîne û di encama wê de bi dehan kes bûne qurban.

Back to top button