Sîhanok Dîbo: Divê qada hewayî ya herêmê li ber balafirên Tirkiyê were girtin

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo anî ziman Rêvebroiya Xweser bi hemû saziyên xwe ve wê bersivê bidin dagirkeriya Tirk û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Sîhanok Dîbo bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.

Rojane dewleta Tirk bi balafiran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, sivîlan dike armanc û der heqê wan sûcan pêk tîne.

Tevî wê, topbarana li ser herêmê jî didomîne û rojane ji navçeyên Til Temir û Zirganê, EYn Îsa jî di nav de, heta bi Şehbayê dike armanc.

Li dijî van sûcên dewleta dagirker endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD Sîhanok Dîbo ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Sîhanok dîbo diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk, xebatên siyasî yên li Sûriyê aloztir dike û got:

“Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e û hin herêmên Sûriyê dagir kirine.

Ji bo pêkanîna planên xwe yên Mîsaqa Millî jî, ew dixwaze dagirkeriyeke nû li herêmê pêş bixe.

Û ev yek wê rewşa Sûrî aloztir bike.”

Sîhanok Dîbo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrişên xwe têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê lewaz bike û ewlehiya herêmê ji holê rake.

Her wiha bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihandiye û teqez kir ew ê bi hemû saziyên xwe ve bersivê bidin dagirkeriya Tirk û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Sîhanok Dîbo dawiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li ber balafirên dewleta Tirk bigrin.

Back to top button