Şêniyên Til Temirê: Rûsya û Amerîka berpirsên sûcên dewleta Tirk in

Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bi hêrs li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên rojane nerazîbûnê nîşan didin.
Ew dibêjin:
“Li ser van sûcên wê, tu kes hesab ji Tirkiyê naxwaze.”
Her wiha tekez kirin gavan bi paşde neavêjin, heta dawî li ber xwe bidin û xwe biparêzin.

Hêrseke mezin ji aliyê gelê herêmê ve li dijî êrişên dewleta Tirk tê nîşandan.

Di heman demê de, ev gel peymana xurtkirina asata têkoşîn û berxwedanê didin.

Taybet şêniyên Til Temirê ku rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên tekez dikinew ê heta dawî xwe û axa xwe biparêzin.

Şêniyê bi navê Welîd Şakir diyar kir ku armanca êrişan koçberkirina şêniyan e û got :

“Dewleta Tirk rasterast me armanc digre.

Lê ruxmî vê, em ji xaka xwe dernekevin.”

Şêniyê bi navê Ibrahîm Baravî jî helwesta navneteweyî ya li hember van êrişan şermezar kir û got:

“Rûsya û Amerîka tenê li van êrişan temaşe dikin û tiştekî nakin.”

Şêniyê bi navê Behzad Sîno jî dibêje :

“Li ser van sûcan tu kes hesab ji Tirkiyê naxwaze.

Ev ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) cihê şermezariyê ye.”

Şêniyên Hesekê: Çeka herî xurt li hember êrişan, rêxistin e

Şêniyên bajarê Hesekê jî bi heman rengî helwesteke tund li dijî êrişan nîşan dan.

Jina ereb Xedîce Ehmed bi hêrs li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da.

Xedîce dibêje:

” Hewce bike ji biçûk heta mezinan em ê çekê rakin û bi hemû hêza xwe destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî.”

Azad Hec Mihemed jî tekez kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê li dijî êrişan gavan bi paşde neavêjin.

Ji pêkhateya Ermen Losnak Kaforyan jî tekez kir ew li hember her êrişekê amade ne li rex hêzên xwe bisekinin.

Back to top button