HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê li artêşa Tirk ya dagirker xistin. HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatinkuştin, çepereke dagirkeran jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên gerîlayan bê navber dewam dikin û ev agahî parve kir,

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 30’yê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker çeperên şer yên li Qada Girê Cûdî bombebaran kir û paşê jî xwest bi pêş ve were.

Hêzên me li vê derê du caran bi rêbaza sabotajê li dagirkeran xistin û herî kêm dagirkerek hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 30’yê Tîrmehê hêzên me li helîkopteran xistin ku dixwestin Qada Çemço bombebaran bikin.

Li ser destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

31’ê Tîrmehê jî hêzên me bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Akîf xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê, 30’yê Tîrmehê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan xistin.

Di vê çalakiyê de çeperek hat rûxandin û 5 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 30’yê Tîrmehê Artêşa Tirk ya dagirker 3 caran bi çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên şer yên li qadên berxwedanê bombebaran kirin.

Back to top button