62 Kesayetên serbixwe yên Îranî û Kurdistanî banga azadiya Rêber Apo kirin

Bangên ji bo azadiya Rêber Apo berfireh dibin. 62 kesayetiyên serbixwe yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi nameyeke hevbeş destnîşan kirin ku ji bo avabûna aştiyê li Rojhilata Navîn pêwîste Rêber Ocalan azad bibe.

62 siyasetmedar, nivîskar, hunermend û rewşenbîr û kesayetên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi daxwaza azadiya Rêber Apo, nameyek weşandin.

Di naveroka nameyê de behsa têkoşîna Rêber Apo ya ji bo doza azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye kirin.

Her wiha bal hatiye kişandin ser komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ya li hemberî Rêber Ocalan hatiye pêk anîn û hatiye gotin ku yekane proje û klîta çareseriyê ya hemû krîz û aloziyên li herêm ê cîhanê, Rêber Ocalan e.

Di nameyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye kirin û ev tişt hatiye gotin; “Xwediyê van fikrên mezin û çalakiya şoreşgerî zêdetirî bîst û sê sal in di girtîgehê de ye.

Lewma jî li gorî wijdan, exlaq, berpirsiyarî û mantiqê, divê em hemû ji bo azadiya fîzîkî ya ku azadiya xwe ya fikrî û kesayetî îsbat kiriye û layiqî berpirsiyariya xwe ya dîrokî wek Rêberekî hêja tevgeriya ye, çi ji destê me bê divê bikin.

Niha dema wê hatiye ku em weke gelên azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat, wekhevîxwaz û dadperwer ji bo azadiya wî gaveke cidî û bi bandor bavêjin.”

Di dawiyê de jî hatiye gotin, “Di vî warî de em bi îmzekirina daxwaza azadiya wî re radigihînin ku azadî mafê her mirovî yê teqez û xwezayî ye û divê kesê ku nûnertiya civakekê û komeke mezin ji mirovan dike, azad be ku her kes bikare bi rengekî adilane nêzîkatiya azadîxwaziyê esas bigirin.

Îmzeya her yek ji me banga wijdanî, mirovî û dadperwerane ye ji bo azadkirina Abdullah Ocalan e.”

Back to top button