Ferhad Şamî: Operayon bi awayekî veşartî dest pê kir û hîna dewam dike

Berdevkê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî têkildarê Operasyona QSD’ê ya li dijî sîxuran, ji telvizyona me re axivî. Ferhad Şamî got: “Ev operasyona wan a bi navê ‘Sond’ wê bi awayekî berfireh dewam bike, û di demeke nêz de wê mikurhatinên van sîxuran bi raya giştî re werin biparvekirin.

Têkildarê Operasyona Sond ya QSD’ê ya li dijî sîxurên MÎT’ê, berdevkê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî tevlî bernameya Îroj a telvizyona me bû û nirxandin.

Ferhad Şamî diyar kir ku ev demekê wan “Operasyona Sondê” bi awaykî veşartî dane destpêkirin û wê operasyon dewam bike.

Şamî diyar kir ku heta niha lêpirsîn bi 36 sîxuran re hatiye kirin û hîn xebatên wan berdewam dike.

Ferhad Şamî: Mikurhatinên sîxûran wê bi dîmen were parvekirin

Şamî diyar kir mikurhatinên sîxûran wê di demên pêş de bi dîmen bi raya giştî re werin parvekirin.

Şamî derbarê cezarkirina van sîxûran de diyar kir biryara cezakirina wan wê di destê gel de be.

Ferhad Şamî: Dewleta Tirk bi rêya sîxûran dixwaze şoreşa gel têk bibe û bê baweriyê belav bike

Ferhad Şamî tekez kir dagirkeriya Tirk bi rêya sîxûr û medya dixwaze Şorşa Rojava têk bibe û bêbawriyê di nava civakê de belav bikin.

Ferhad Şamî bang li gelê herêmê kir li hemberî tevgera sîxûran hişyar bin

Berdevkê Navenda Ragihandina QSD’ê di dawiyê de bang li gelê herêmê kir li hemberî tevgera sîxûran hişyar bin.

Back to top button