Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamê me Ûsame El Casim şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd buye eşkere kir. Şêniyên navçeya Şedadê jî cenazeyên 2 şehîdên QSD’ê li goristana Şehîdan bi merasîmekê oxirkirin. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê jî bi merasîmekê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn.

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê ku şehîd buye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin endamekî wan li bajarê Reqayê dema ku erka xwe bi ciha dianî, roja înê (19’ê Tîrmehê) şehîd bû.”

Hêzên Ewlekariyê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya Şehîdan da..

Li gorî daxiyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Usame El-Casim 19’ê Tîrmeha 2022 li Reqayê şehîd bû.

Li şedadê 2 şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin

Li navçeya Şedadê ya Hesekê jî cenazeyên 2 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk- QSD’ê li goristana şehîdan bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Bi dehan ji şêniyên navçeyê û gundewarên wê beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El-Ferec Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El-Hisên axivîn û soza dewamkirina riya şehîdan û pêkanîna armancên wan dan.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û diyarî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de, cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

Li Hesekê 91 şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê jî, 91 şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn.

Bi dehan malbatên Şehîdan di merasîma bîranînê de amede bûbûn.

Di merasîmê de, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên El-Selmo axivî û hemû şehîdên ku di oxira azadiyê canê xwe feda kirine bi bîr anîn.

El-Selmo li pêş malbatên şehîdan wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku dê hêzên me bersiva dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidin û wan têk bibin.”

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Neda Ebdullah jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest..

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan.

Back to top button