Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdên xwe eşkere kir. QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê herêmê re xwest û soza şopandina riya şehîdan da

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyanyekê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirk qada êrişên xwe zêdetir kiriye ku piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye ber xwe û ev agahî parve kirin:

“Di 25’ê Tîrmehê de hevalê me Azad Aşûrî bi navê rast Qeys Berxo Silîviya yê ji pêkhateya Asûr ê Mûsilê ye di êrişeke bi balafireke bê mirov a bi çek a dagirkeriya Tirk de li gundekî girêdayî herêma Girê Spî şehîd bû.

Hevalê me yê şehîd demeke dirêj li hemberî hêzên terorîst şer kir û di piraniya pêngavên li dijî rêxistina ”DAIŞ” a terorîst de cih girt.

Hevalê me Kawa bi navê rast Ehmed Hemîd El-Heneş, di 28’ê Tîrmehê de dema li ser karê xwe bû li herêma Zîban a rojhilatê Dêrazorê tev li karwanê şehîdan bû..

Hevalê me Mihemed Şaman bi navê xwe yê rast Mihemed Hesen Şaman di 29’ê Tîrmehê de ji ber qezayeke di perwerdeya leşkerî de li herêma Sirînê şehîd bû.

Hevalê me Gernas Hesekê bi navê rast Ramî Hemûd El-Heco di 30’yê Tîrmehê de di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Zirganê de şehîd bû.”

QSD’ê sarsaxî ji malbatên her çar şehîdan û tevahî gel re xwest û soza tolhildanê û şopandina riya şehîdan da..

Nasnameya şehîdan wiha ye:

  • Nasnav: Azad Aşûrî
  • Nav û paşnav: Qeys Silîviya
  • Navê dayikê: Nesîma
  • Navê bav: Berxo
  • Cih  û dîroka jidayikbûnê: Mûsil /1994
  • Cih û dîroka şehadetê: Gundê Qurinful ê Girê Spî/25’ê Tîrmeha 2022

  • Nasnav: Kawa
  • Nav û paşnav: Ehmed El-Heneş
  • Navê dayikê: Raciha
  • Navê bav: Hemîd
  • Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor/1995
  • Cih û dîroka şehadetê: Zîban-Dêrazor/28’ê Tîrmeha 2022

  • Nasnav: Mihemed Şaman
  • Nav û paşnav: Mihemed Şaman
  • Navê dayikê: Fatima
  • Navê bav: Hesen
  • Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn/2002
  • Cih û dîroka şehadetê: Sirîn/29’ê Tîrmeha 2022

  • Nasnav: Girnas Hesekê
  • Nav û paşnav: Ramî El-Heco
  • Navê dayikê: Xasa
  • Navê bav: Hemûd
  • Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê 1995
  • Cih û dîroka şehadetê: Gundê Esediyê yê Zirganê/30’ê Tîrmeha 2022”
Back to top button