Li Efrînê çeteyan 7 welatî ji navçeyên Cindirês û Mabata revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk 7 welatî ji navçeyên Cindirês û Mabata revandin. Her wiha ji destpêka salê ve û heta niha 32 mêtîngeh li Efrînê hatine avakirin.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane dewam dike.

Li navçeyên Cindirês û Mabata çeteyên ku dewleta Tirk navê Polîsê Leşkerî li wan kiriye, 7 welatî revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan bi hincetên weke her carê ev 7 welatî ji gundên Kurdan û Aşkan yên Cindirêsê û Gundê Mamila yê Mabata revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Fewzî Şêx Mihemed (34)

Ebdo Sibhî Yûsiv (29)

Necîb Ciwan Şêxo (29)

Reşîd Ismaîl Hemîd (25)

Xelîl Hekîm

Rifet Ehmed Zênkî

Mistefa Kemal Kurdî.

Hate diyarkirin kesên hatine revandin heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Hat ragihandin welatiyê bi navê Mistefa Kemal di berdêla pereyan de hatiye berdan.

Di Tîrmehê de çeteyan 43 welatî revandin, 3300 darên zeytûnê birîn

Tora Çalakvanên Efrînê bîlançoya meha Tîrmehê ya sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê eşkere kir.

Li gorî wê ditîrmehê de

5 kes di nav de 3 jin hatin kuştin an jî ji ber zext û êşkenceyê dawî li jiyan xwe anîn

43 welatî di nav de 3 jin hatin revandin

3300 dar hatin birîn û şewitandin

Li aliyekî din, çeteyên dagirkeriya Tirk bi rêbazên cuda dizî û talana malûmilkên welatiyan dewam dikin.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyan li gundê Marata û gundê Tenef yê navçeyqa Cindirêsê 10 malên welatiyan talan kirin..

Di 6 mehên destpêkê yên vê salê de 32 mêtingeh hatin avakirin

Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî, Tora Çalakvanên Efrînê dosyayek derbarê guhertina demografîk ku di nava 6 mehên destpêkê yên vê salê hatine kirin weşand.

Li gorî malperê, heta niha 32 mêtîngeh li Efrînê bi desteka gelek komele û rêxistinên Tirk, Qeterî, Filistînê yên Ixwanî hatine avakirin.

Back to top button