Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Mihemed Şaman li goristana şehîdan a Sirînê bi merasîmeke girseyî oxirkirin.
Şervanê QSD’ê yê Mihemed Şaman di 29’ê Tîrmeha 2022’an li Sirînê şehîd bibû..
Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û kesayeyên siyasî tevlî merasîma oxirkirina şehîd a li gorsitana şehîdan a Sirînê bûn.
Di merasîmê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê, Ferhan Hec Îsa axivî û got:
“Her şehîdek li ser vê xakê şehîdê tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, divê herkes xwedî li erka xwe ya ji bo vê xakê derkeve.”
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Piştî merasîmê, şêniyan berê xwe dan konê sersaxiyê.
Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên bajarê Minbicê jî bi merasîmekê cangoriyên azadiyê yên meha Tîrmehê ku di cih û demên cuda de şehîd bûne li ser gorên wan bibîr anîn û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.