Hevbendiya Nada berxwedana YPJ’ê silav kir û bang li hemû jinan kir ku di meşa rizgarkirina jinan de xebateke hevpar pêk bînin.
Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê, bi boneya salvager yekemîn a damezirandina xwe daxuyaniyek da û got: “Ji malzaroka krîz û kurahiya azaran tevgerên rizgarkirinê yên jinan derketin ku karibîn jinan bînin ser meşa rizgariyê.
Di vê çarçoveyê de YPJ’e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.
Jinan ji bo parastina xwe û civakên xwe çek rakirin û roleke çalak di têkbirina rêxistina DAIŞ a terorîst û rizgarkirina bi hezaran jinên êzidî yên hatin kirîn û firotin de lîstin.
Her wiha li bajarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê bi dehan rêxistinên jinan hatin avakirin da ku jinan pêş bixin û wan bighînin rewşa civakî ya layîqî wan.
Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî plankirî jinên siyasetmedar, şervan û rêveberan dike hedef, da ku tirsê bixe nav wan û wan neçar bike ku dev ji hêviyên xwe yên azadî û mafên xwe berdin.