Beşdar Hesen: Tendirûstiya girtiyên behdînanê xirabe

Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen ragihand rewşa tendirustiya girtiyên Behdînan û Şêladizê xirabe.

Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen bi daxuyaniyekê li ser rewşa girtiyên Behdînanê axivî û got:

“Rewşa tendirûstî ya girtiyan nebaşe ê wisan lê hatiye ku xwîn ji qirika wan tê.

Roj bi roj hejmara girtiyên dikevin greva birçîbûnê zêde dibin.

Heta niha zêdetirî 50 girtî di greva birçîbûnê de ne.”

Parêzer Beşdar da zanîn ku divê girtiyên Şêladizê bi şêwazê bi şert bihatana berdan, lê ji ber destwerdana siyasî heta niha di zîndanê de ne.

Beşdar eşkere kir ku îro li gel Serokê Desteya Mafê Mirovan serdana girtiyan kirine û tê payîn ku sibe li ser mijarê serokê dozgeriya giştî li gel serokê desteya mafê mirovan bicive.

Back to top button