1. KOMCIVÎNA NAVNETEWEYÎ YA DER BARÊ DAIŞ’Ê DI ROJA SÊYEMÎN DE BI SERMÎNERA MAFNASIYÊ DESTPÊKIR

Roja sêyemîn a Komxebata Navneteweyî ya derbarê çeteyên DAIŞ’ê, bi dayîna semînera maseya yekemîn li ser mafnasiyê destpê kir.

1. Komxebata Navneteweyî li Hola Beylesan ya li navçeya Amûdê di roja sêyemîn de dewam dike.

Bi sedan kesên navdar û biyanî ji bo ku dadgehkirin û kiryarên DAIŞ’ê nîqaş bikin, di komxebatê de amade bûn.

Îro roja dawîn a komxebatê ye û dê li ser du maseyan semîner bên dayîn.

Komxebat îro Masya milên mafnasî yên terora DAIŞ’ê dinirxîne.

Rûniştin ji aliyê Lêkolîner û Mafnasekî pispor di çareserkirina şeran de Gadi Sari tê birêvebirin.

Maseya duyemîn wê çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora DAIŞ binirxîne.

Di nav vê mijarê de dê çareserkirina terora DAIŞ’ê ji aliyê siyasî, leşkerî, ewlekarî, civakî, aborî, qanûnî, olî,û çandî ve bê analîzkirin.

Komcivîn bi xwendina encamnameyê ji raya giştî û çapemeniyê re wê bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button