Rêveberiya sivîl a Minbicê têkildarî gora komî daxuyanî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî gora komî ya ku nêzî avahiya rêveberiyê hatibû dîtin, daxuyanî da.

Daxuyanî li ber avahiya rêveberiyê, bi amadebûna endamên saziyên sivîl, leşkerî, komîteyên tenduristî û şaredariyan ve hat xwendin û tê de ev tişt hat gotin:

“Bi nêzîkbûna salvegera 6’an a rizgarkirina bajar û gundewarê Minbicê ji vê terorê re, sûc û hovîtiya wê ya li hemberî me eşkere dibin.

Dema ku karkerên Komîteya Şaredariyan a Minbicê ji bo paqijkirina xetên kanalîzasyonê yên li bajar, kolandin dikirin, goreke komî dîtin.

Vekirina gora komî di roja duyemîn de dewam kir.

Bi giştî 29 cenaze hatin dîtin ku temenê wan di navbera 18 û 60 salî de bûn.

Li ser vê yekê careke din em bang li civata navneteweyî dikin ku siyasetên xwe yên şaş rast bikin û li gorî qanûnên navneteweyî pabendî têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundiyê bibin..

Back to top button